Piştî teqe li Wezareta Pêşmerge kir xwe kuşt

Ciwanekî temen 30 salî piştî ku teqe li Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kir, xwe kuşt.

K24 – Hewlêr

Ciwanekî temen 30 salî piştî ku teqe li Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kir, xwe kuşt.

Peyamnêra K24ê li bajarê Hewlêrê Hêro Mewlûdî, ragehand ku vê sibê (20.11.2015) saet 08:30 deqeyan ciwanekî temen 30 salî bi otomobîleke core pîkap di ber Wezareta Pêşmerge re derbas dibe û teqe li wezaretê dike, piştre Pêşmergeyên ber dergeh yekser bersiv didin û tekelê pîkapê diteqînin û ew jî dema dizane nikare rizgar bibe yekser xwe dikuje.