ENKSê biryar û siyasetên PYD şermezar dike
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) qedexekirina xwepêşandina Hesekê ya ku ji aliyê alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatiye kirin bi şermezar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) qedexekirina xwepêşandina Hesekê ya ku ji aliyê alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatiye kirin bi şermezar dike.
Endamê Encûmena Xwecihî ya ENKSê Beşar Emîn îro 20 Mijdarê, bi riya telephone tevlî bultena K24ê bû û ragihand ku, ew li dijî kiryar û siyasetên PYDê bi aştiyane derdikevin xwepêşandanan, lê çekdarên PYDê êrîşî xwepêşandanên wan dikin.
ENKSê îro 20 Mijdarê li Hesekê xwepêşandanek derbarê biryar û siyasetên PYDê birêve bir, lê ji aliyê alîgirên PYDê ve hat qedexekirin. Di vê derbarê de ENKSê qedexekirin û lêdana xwepêşanderan bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Beşar got jî, hejmarek ji alîgirên PYD êrîşî ser xwepêşandanê kir û microphone ji destê pêşkêşvanê xwepêşandanê hat revandin û wan alîgirên PYDê li xwepêşanderan dan. Herwiha kemîre, mobile û alayên xwepêşanderan hatin desteser kirin.
Beşar diyar kir ku, “Ev kiryarên PYDê û riftarên bê berpirsayetî nakevin xizmeta doza Kurdî, herwiha me ji xebat û têkoşîna aştiyane dûr naxe.”
Beşar got jî ku ew ne li dijî zimanê Kurdî ne, lê vajî wê ew ji zû de xebatê dikin bo xwendina zimanê Kurdî di dibistan û zanîngehan de bê xwendin.
Beşar amaje kir, ji destpêka xwepêşandana Çilaxa, Dêrik, Qamişlo û Hesekê bêhtir ji 20 alîgir û endamên ENKSê hatine girtin, niha jî bêhtir ji 10 kesan hîn li cem asayişê girtî ne.