Cedan Elî: Em ji her destpêşxeriyeke siyasî re amade ne

Encûmena Niştimanî ya Kurdî dibêje ku, Ew li dijî wergirtina biryarên yek alî ne.

K24 – Hewlêr

Encûmena Niştimanî ya Kurdî dibêje ku, Ew li dijî wergirtina biryarên yek alî ne.

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê li Hewlêrê Cedan Elî îro 21 Mijdarê tevlî bultana K24ê bû û ragehand ku ENKSê dixwaze mafê Kurd li Sûriyê were parastin.

Derbarê projeya ku Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê ku li ser zarê endamê Pîlotbîroya wê Seidî Ehmed Pîre ragehandiye, Cedan Elî got ku, ew naveroka wê destpêşxeriyê nizanin, lê ew ji her destpêşxeriyeke siyasî nakokiyên di navbera ENKSê û Tev-Demê de çareser bike,amade ne.

Elî got jî, me sê rêkeftin bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî de çê kirin, lê Tev-Dem û PYDê wan rêkeftinan cibicî nakin.

Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê: Em li dijî wergirtina biryarên yek alî ne.

Cadan Alî got jî, kongreyên navdewletî çê dibin bo çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, lewre ji Kurda tê xwastin ku bi yek nêrînê di wan kongreyan de beşdar bibin.”

Cedan diyar kir ku, xalên nakok di navbera wan û Tev-Demê û PYDê de biryarên ên leşkeriya bi zorê, ferzkirina bacan li xelkê, rêbazên xwendinê û derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ne.

Cedan got jî, ku di qonaxên pêş de gelek kongre ji bo çareserkirina Sûriyê çê dibin, lewre divê her du encûmen ENKSê û Tev-Demê bi yek nêrîn û xwendineke siyasî beşdarî wan kongreyan bibin.