Nûnerê PYD behsa destpêşxeriya YNK li Rojava dike

Nûnerê PYD li Başûrê Kurdistanê dibêje ku naveroka destpêşxeriya YNK li Rojava ewe ku, ENKS dikare li Rojavayê Kurdistanê wek rêxistinekê kar bike.

K24 – Hewlêr

Nûnerê PYD li Başûrê Kurdistanê dibêje ku naveroka destpêşxeriya YNK li Rojava ewe ku, ENKS dikare li Rojavayê Kurdistanê wek rêxistinekê kar bike.

Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Seidî Ehemed Pîre ji K24 re ragehandibû ku, ew dê destpêşxeriyekê ji bo lihev anîna Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêşkeş bikin.

li ser wê destpêşxeriyê, Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Başûrê kurdistanê  Xerîb Hiso îro 22 Mijdarê, ji K24ê re axivî û got ku, destpêşxeriya YNKê bi wê wateyê ye ku EENKS dikare weke rêxistinekê li Rojavayê Kurdistanê kar bike.

Di heman demê de jî Serokê ENKS, Ibrahîm biro tekez dike ku ew ji her destpêşxeriyekê re amade ne.

Li gor destpêşxeriyê ku dê YNK bi PDK û PKK re bicive daku her du aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistnê li hev bîn e.