Sîrwan Barzanî: DAIŞ nikare xwe li ber Pêşmergeyan bigire
Piştî ku li Şingalê şikestin, çekdarên DAIŞê niha ji çend eniyan ve bi guhertina hinek taktîkan dixwazin tola xwe ji Hêzên Pêşmerge vekin.
K24 – Hewlêr
Piştî ku li Şingalê şikestin, çekdarên DAIŞê niha ji çend eniyan ve bi guhertina hinek taktîkan dixwazin tola xwe ji Hêzên Pêşmerge vekin. Fermandeyê Eniya Giwêr a Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê Sirwan Barzanî jî dibêje ku taktîkên çekdarên DAIŞê lawaz in û Pêşmerge ji hemû aliyan ve derbeyên dijwar li wan dixin.
Di bernameyekî zindî yê K24ê de Sîrwan Barzanî, behsa rewşa nû ya eniyên şer kir û li ser şikestina DAIŞê li Şingalê jî got: "Ew serkeftina ku Pêşmergeyan bidest xist bandoreke xirab li çekdarên DAIŞê kir û bi tevahî lawaz bûne, şiyana wan nemaye ku li beramber Hêzên Pêşmerge xwe ragirin."
Barzanî wiha axifî: "Ew serkeftin bûye sedem ku artêşa Iraqê jî hinekî geş bibe û garantiyek jî daye civaka navdewletî ku Kurd bi şiyantirîn hêz in dikarin rûbirûyê DAIŞê bibin."
Derheqa rewşa Xurmatû de jî Sîrwan Barzanî got: "Ew tevlîheviya ku çêbûye, heta astekî dihat çaverêkirin, ji ber milîşiya, Heşdî Şeebî û hinek hêzên din hemû tevlîhev in, herwiha dilnexwaz jî hene ku dixwazin şer û pirsgirêkan derxînin."
Derbarê êrîşên DAIŞê de bo ser Hêzên Pêşmerge, Sîrwan Barzanî da zanîn ku li eniya Giwêr û Mexmûr bi awayekî berdewam metirsiya topbarankirina çekdarên DAIŞê de ne û wiha pêde çû: "Di 13ê vê mehê de çekdarên DAIŞê mezintirîn êrîş anîn ser eniya Giwêr û ji pênc aliyan ve êrîşî Pêşmergeyan kirin, lê piştî saet û nîv berevanî Pêşmergeyan karî ji hemû aliyan ve derbeyên dijwar li wan bidin û 31 çekdar jî hatin kuştin, termê 12an ji wan jî ket destê Pêşmergeyan."