HDP: Bi kuştin û tunekirinê pirs nayên çareser kirin
Parlemetekî Partiya Demokratîk a Gelan HDPê radigehîne ku bingeha pirsgirêkê pirsa Kurd e, divê parlamento û hemû cîhan vî tiştî zanibin.
K24 – Mêrdîn
Parlemetekî Partiya Demokratîk a Gelan HDPê radigehîne ku bingeha pirsgirêkê pirsa Kurd e, divê parlamento û hemû cîhan vî tiştî zanibin.
Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Erol Dora îro, 25 Mijdarê, ji K24 re got ku “di destûra bingehîn a Tirkiyê ya Cuntekarî de jî parêzgar û rayedarên hikûmetan nikarin rewşên awarte rabigehînin û diyar kir ku ew nikarin mafên xwe yên parlamenterî jî li gor destûrê bikar bînin. ”
Dora da zanîn ku, parlamenter ji aliyê Polîsan ve tên asteng kirin, di xwepêşandanan de bombeyên gazê tên avêtin û parlamenter birîndar dibin.
Herwiha Dora got: “Ez dixwazim ji vir de bang li Enqereyê û hemû kesan bikim, ev tiştên ku li parlamenteran tên kirin, bifikirin li welatiyan çi danûstandin tên kirin.”
Dora amaje kir ku, pirsgirêk ji bingeha wê de pirsa Kurd e, divê parlamento û hemû cîhan vî tiştî zanibin, pirseke siyasî ya Miletekî ye ku bikare bi mafên xwe bijî. Bi kuştin, tunekirin û tundiyan ev pirs nayê çareser kirin, berovajî alozî dibin egera neçareseriyan. Çareserî di rêbazên aştyane, diyalog û de ye. ez bang li hemû aliyan dikim ku çekan bidin rawestandin û şans bidin siyaseta sivîl.”