Partiya Pêşverû xwe ENKSê vedikişîne
Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd (PDPK-S) xwe ji Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) vedikişîne.
K24 – Qamişlo
Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd (PDPK-S) xwe ji Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) vedikişîne.
Endama Pîlotbîroya PDPK-Sê Ehmed Silêman, îro 25 Mijdarê tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku “Em ne li dijî ENKSê ne lê berdewamiya me di nava wê de pir zehmet e.”
Silêman derbarê babetên ku di kongreya 14emîn de hatine gotûbêjkirin, eşkere kir ku, yek ji 2wan pirsa rêkeftina siyasî bû, herwiha ew wek partiyeke siyasî destkariya her kedeke siyasî derbarê rêkeftineke navdewletî dikin. Silêman tekez kir ku, heger parastinek navdewletî jê re nebe, dê bi ser nekeve.
Silêman diyar kir jî, ku yekîtiya opozîsyona Sûrî ji wan re girîng e, divê karek jê re were kirin. Herwiha got jî, ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel çarçoveyên din yên opozîsyonê xurt bikin, mîna “Heyet el-Tensîq û Menber el-Demokratî”
Silêman got jî, biryara ku her li ser hatiye gotûbêjkirin rewşa ENKSê bû, ku wan dît berdewamî di ENKSê gelekî zehmet e, ji ber ku ENKSê nema dikare karekî bike.