Şer û pevçûn li nêzîk Efrînê berdewam in

Li rojhilatê herêma Efrînê şer û pevçûn di navbera îslamiyên radîkal û çekdarên Cêş el-Swar de berdewam in.

K24 – Efrîn 

Li rojhilatê herêma Efrînê şer û pevçûn di navbera îslamiyên radîkal û çekdarên Cêş el-Swar de berdewam in.

Li gor peyamnêrê K24ê li Efrînê ragehandiye ku, şer û pevçûnên tund di navbera Cêş el-Swar ji aliyekî û Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam ji aliyekî din ve li derdora bajarokê Ezazê derketiye.

Peyamnêrê me diyar kir ku, hîn jî dengê pêvçûnan ji gundê Qitmê yê nêzîk Ezazê tê bihîstin.

Herwiha li gor peyamnêrê K24ê ku şer û pevçûn ji demjimêr 16:30 li nêzîkî gundê Keştiyarê yê ser bi Efrînê ve û Aşê Fêsel û gundê Malkiyê yên bi ser Ezazê ve berdewam in.

Ceyş el-Siwar ku yek ji pêkhateyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk e û li herêma di navbera Efrîn û Ezazê de û li ser çiyayê Lêlûn cih digre.