Fîlmê “Bextreşê Mezopotamyayê” yekem filmê “Tirsnak“ yê Kurdî ye

Bextreşê Mezopotamyayê navê fîlmekî Kurdî ye ku çendîn lîstikvanên cîhanî tê de beşdar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bextreşê Mezopotamyayê navê fîlmekî Kurdî ye ku çendîn lîstikvanên cîhanî tê de beşdar bûne.

Fîlmê Bextreşê Mezopotamyayê ji derhênana sînemakarê Kurd lewend Omere e ku ji Rojavayê Kurdistanê ye û li derveyî welêt dijî.

Derhênerê fîlmê Lewend Omer ji K24ê re got ku, çêroka fîlmê têkildarê çêroka Kawayê Hesinkar ligel bûyerên niha û tê de  behsa pênc kesan dike ku hemûyan heman xewn heye.

Di wê fîlmê de zêdetir ji 150 lîstikvanên kurd, Amerîkî, Meksîkî, Mexribî, fransî, Felestînî û Czaîrî beşdar in.

Omer got ku, dîmenên fîlmê li Keleha Hewlêr û welatê Urdinê tê kişandin û zêdetir ji mehekê karê wênegirtinê ber xwe dide.

Fîlm ku bi jêrnûsa Kurdî ye, li Dihok,  Silêmanî û Bexda Tê pêşkêşkirin, û hefteyekî jî li Hewlêrê tê pêşkêşkirin.

Derhênerê wî fîlmî dibêje ku, zêdetirî ji 200 hezar dolar li amadekirina fîlmê hatiye xerckirin. Herwiha Omer gilî û gazindan dike ku ti kesî alîkarî pê re nekiriye.  

Derhênerê Bextereşê Mezopotamyayê dibêje ku ew fîlm yekem filmê yê “Tirsnak“ yê Kurdî ye ku bi vê şêweyê hatiye berhemdan.

Fly Erbil Advertisment