Mesrûr Barzanî: Şanaziyê dikim ku ez jî endamekî Yekîtiya Xwendekar û Ciwanan bûm

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî li Dihokê bi rêxistinên jin, xwendekar û ciwanan re civiya û daxwaz ji wan kir ku şiyanên xwe pêş bixin da ku di asta guhertinên bilez ên serdemê de bin.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, di çarçoveya hevdîtin û civînên xwe de, îro 24ê Cotmeha 2026an li bajarê Dihokê, bi rêxistinên cemawerî yên jin, xwendekar û ciwanan ên li sînorê Mekteba Rêxistina Badînan a PDKê re civiya. 

Di civînê de, Cîgirê Serokê PDKê rola van rêxistinan a di xebata sivîl û civakî de bilind nirxand û got: "Ez şanaziyê pê dikim ku rojekê ez jî endamekî Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê bûm."

Mesrûr Barzanî herwiha bang li wan rêxistinan kir ku asta zanyarî û şiyanên xwe pêş bixin, daku karibin xwe bi guhertinên bilez ên vê serdemê re biguncînin.

Her di vê çarçoveyê de, Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku divê rêxistinên jin, ciwan û xwendekaran roleke çalak û bibandor di hişyarkirina civakê û parastina destkeftên niştimanî de bilîzin.