Mesrûr Barzanî spasiya ked û xebata Pêşmerge, Polîs û Asayîşa Navxweyî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Cotmehê li bajarê Dihokê bi fermandar û berpirsên payebilind ên Pêşmerge, Polîs û Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayîş) re civiya û ferman da ku di bicihanîna yasayê û parastina can û malê welatiyan de ti xemsariyê nekin.
Di hevdîtinê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya ked û xebata hêzên Pêşmerge, Polîs û Hêzên Asayîşa Navxweyî kir, ku bi dilsozî di xizmeta parastina welatiyan, ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê de ne.
Her wiha Serokwezîr tekezî li ser serweriya yasayê kir û berpirsên ewlehiyê raspardin ku erkên xwe yên di warê bicihanîna yasayê, sizadana tawankaran û parastina ser û malê welatiyan de bi duristî pêk bînin û destnîşan kir ku di vî warî de çavpêketin li ti cure xemsariyekê nayê kirin.