Xurmatû..3 çekdarên Şîe di otomobîlek bombekirî de hatin girtin

Rêveberê Asayişa Xutmatûyê behsa hûrgiliyan ji K24 re dike.

K24- Xurmatû

Li bajarokê Xutmatûyê polîsan otomobîleke bombekirî girtin ku 3 çekdarên Şîe têde bûn.

Rêveberê asayişa bajarokê Xurmatûyê, Kemal Ebdulla, ji K24 re ragehand ku, hêzên bergirî û hawarhatinê otomobîlek bombekirî ji curê “pik up” girtin ku 3 çekdarên Heşda Şeibî têde bûn.

Roja 12ê Mijdarê piştî ku çekdarên Heşdî Şeibî xwestin bikevin qezaya Xurmatû di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de alozî derket û heta niha jî berdewam e.

Kemal Ebdulla diyar kir jî ku, otomobîla bombekirî û her 3 çekdar bi mebesta karên lêkolînê bo navenda asayişa Xurmatûyê hatin şandin.

Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.