Serokê Çîkê behsa serxwebûna Kurdistanê dike

Miloš Zeman tekez dike ku dê Barzanî nêzîk dema encamdana giştpirsiya serxwebûnê diyar bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Çîkê, Miloš Zeman dibêje ku, dê Kurdistan her serxwebûna bidest bixe û meseleya wê tenê wext e.

Miloš Zeman di hevpeyvînek televîzyonî de got ku “Zû yan dereng dê Kurdistan serxwebûna xwe ragehîne. Bi rasî Hêzên Pêşmerge take hêza bejayî ye ku li dijî DAIŞê şer dike.”

Zeman diyar kir ku beriya niha ew ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî civiya ye û jê re ragehandibû ku dê her Kurdistan serbxwebûnê ragehîn e.

Navborî aşkere kir jî ku, di paşrojek nêzîk de wê Barzanî dema encamda giştpirsiya serxwebûnê diyar bikr.

Di Gulana îsal de, Barzanî serdana Çîkê kiribû û wek serokê dewletê pêşwazî lê hatibû kirin.