Hûrgiliyên civîna Serok Barzanî û Şahê Siûdiyê

Serokê Herêma Kurdistanê duh ji Îmarata Erebî gehiştibû Siûdiyê.

K24- Riyad

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Şahê Erebistana Siûdiyê, Selman kurê Ebdulezîz çend pirsên girîng gotûêj kirin.

Barzabî duh, 30ê Mijdarê, gehiştibû Riyadê, piştî serdana wî ya bo Îmarat Erebî.

Şahê Siûdiyê wek rêzgirtinekê, bi amadebûna Wezîrê Navxwe û Begirî yên Siûdiyê, bi awayekî taybet bêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Piştî xwarina firavînekê ku taybet bi helkefta wê serdanê hatibû amadekirin, Barzanî û Selman kurê Ebdulezîz civiyan.

Di civînê de, Şahê Siûdiyê kêfxweşiya xwe bi serdana Barzanî anî ziman û çend pirsên taybet bi pêwendiyên Riyad û Hewlêrê gotûbêj kirin.

Roja Duşema borî, Serokê Herêma Kurdistanê bi hevkariya şandeyek peyabilind ber bi Îmarata Erebî ve çûbû, ji wê de jî duh gehişte Sûdiyê.