"Li Bakurê Kurdistanê JİTEM li ser kar e"

Parlamenterên HDPê dibêjin ku tişta li Bakurê Kurdistanê diqewime di şerê navxweyî yê Yugoslavyayê de jî her heman çîrok bû.

K24 – Enqere

Partiya Demokratik a Gelan (HDP) derbarê aloziya li Bakurê Kurdistanê de raporek aşkere kir. Li gorî raporê di 6 mehên dawî de bo 17 navçeyan 116 rojan derketina derve hatiye qedexekirin. Parlamenterên HDPê dibêjin ku ev yek di şerê navxweyî yê Yugoslavyayê de jî hebû.

Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken û Parlamenterê HDPê yê Mêrdinê Mithat Sancar, di daxuyaniya xwe ya li parlamentoyê de diyar kirin ku di operasyonên dewletê yên li Bakurê Kurdistanê de ne tenê mirov tên kuştin herwiha xweza jî tê talankirin.

İdris Baluken got ku dewlet bi kiryarê xwe derdixe holê li kîderê tiştekî zindî hebe ew ê wêran bike. Baluken behsa hebûna hêzên tarî yên li Bakurê Kurdistanê kir û wiha axifî; "Li herêmê ji bilî hezên dewletê hinek hezên paramiliter jî hene, bermahiyên çeteyên JİTEMê, kontirgerilla û Ergenekonê li ser kar in û şaxa DAIŞê ya li Tirkiyê  tîmên Esedullah jî li heremê sûcan dikin."

Parlamenterê Mêrdînê Mithat Sancar jî got ji asîmanan û ji bejayê bi çekên giran êrîşî avahiya dikin û car car jî topên hewanê diavêjin û ev yek jî şiband şerê navxweyî yê Yugoslavyayê.