Tê îdiakirin ku DAIŞ jinên Êzdî li Tirkiyê difiroşe
Tê îdiakirin ku DAIŞ jinên Kurd ên Êzdî li Tirkiyê difiroşe. HDPê bo Roja Navneteweyî a Rakirina Koletiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ jin û zarokên revandine, di ser Tirkiyê re difiroşe.

K24 – Enqere
Tê îdiakirin ku DAIŞ jinên Kurd ên Êzdî li Tirkiyê difiroşe. HDPê bo Roja Navneteweyî a Rakirina Koletiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ jin û zarokên revandine, di ser Tirkiyê re difiroşe.
Parlamentera Berê ya HDPê Sabahat Tuncel û parlamenterê HDPê Ertugrul Kurkçu derbarê DAIŞê de agahiyeke balkêş bi raya giştî re parve kir. Li gor daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Tuncel û Kurkçu ve hat dayîn, DAIŞê li Tirkiyê bazara koletiyê vekiriye.
Berdevka Kongreya Civaka Demokratîk Sebahat Tuncel îdiakir ku DAIŞê jin û zarokên ne misilman direvîne û wan wekî destketiyê şer li bazaran difiroşe: “Ji Sûriyê wedetir, piştî Iraq, Qeter, Erebistana Sûidiyê, îmarat, Efxenîstan û Pakistanê niha jî Tirkiye jin tên firotin û revandin.”
Ertugrul Kurkçu jî di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku DAIŞê ji Reqqayê 6 jin revandine û ew li Riha û Wêranşarê bi pereyan radestî malbatên wan kirine.
Kurkçu îdia kir ku li wan bazaran di navbera 4 û 7 hezar jin û zarok tên firotin ku piraniya wan jî Êzdî ne û bangî rayedarên dewletê kir ku bo vê yekê tedbîran werbigire: “Em bangî hikûmeta AKPê dikin ku jin û zarokên ji aliyê DAIŞê ve li bazaran tên firotin azad bikin û rê li ber vê yekê bigirin daku Tirkiye nebe bazara koleyan.”
Ev demeke dirêj e ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn ku DAIŞ jin û zarokan direvîne û li bazaran difiroşe. Piştî DAIŞ kete Şingalê jî bi hezaran jin û zarokên Êzdî revandibûn ku hê hejmereke mezin di destê wê de ye. Kongreya Tevgera Demokratîk bi helkefta roja navneteweyî a rakirina koletiyê bangî hemû sazî û dezgehên navneteweyî kir ku jin û zarokan ji destê DAIŞê rizgar bikin.

