Diyarbekir: Di otomobîleke de cebilxane hat desteserkirin

Polîsan beriya niha otomobîlek li heman xalê girtibûn, lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.

K24 – Diyarbekir

Hêzen Ewlehiyê yên Diyarbekirê otombîlek tije çek û teqemenî desteserkirin.

Şeva borî, 2ê Kanûnê, li ser rêya Farqîn û Diyarbekirê di otomobîlekê de cebilxane hat desteserkirin. Di nava cebilxaneyê de 8 roket, 26 bombeyên destan 2 kilaşnîkof û bi hezaran guleyên çekan hebû.

Li gorî agahiyên Parêzgeriya Diyarbekirê, polîsên girêdayî Rêveberiya Ewlehiyê, şevê din li siet derdora 12-ê di rêbendekê de li ser rêya Farqîn û DIyarbekirê ew otomobîle sekinandin.

Di hundirê otomobîlê de 8 roket û serikên wan, 26 bombeyên destan, 2 çekên kilaşnîkof, 3 hezar û 500 gule û gelek kelûpelên pizîşkî hatin girtin.

Şofêrê otomobîê hate binçav kirin. Derheqê bûyerê de lêkolîn berdewam e. Beriya niha jî li cihê navborî dîsa di otomobîlekê de çek hatibûn desteserkirin.