Li Diyarbekirê rûbera qedexeyê berferehtir dibe

Piştî şeş taxên Sûrê, qedexeya çûn û hatinê li qadeyeke girîng a bajêr hat ragehandin.

K24- Diyarbekir

Li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê rûbera qedexeya çûn û hatinê berferehtir dibe, qada Şêx Seîd jî tevlî dibe.

Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê diyar kir ku qayimqamiyê qedexeya çûn û hatinê li qada Şêx Saîd (Dagkapi) jî ragehand.

Ev yek di demekê de ye ku duh, qayimqamiya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê qedexeya çûn û hatin li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz , Savaş û Rêya Gaziyê ragehand.

Herwiha duh di xwepêşandanên Diyarbekirê de 2 zarok ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin.