Daxwaza girtina 4 polîsên Tirk tê kirin
Rêveberên Baroya Diyarbekirê ji bo girtina 4 polîsan serî li dozgerîyê dan.
K24 - Diyarbekir
Rêveberên Baroya Diyarbekirê ji bo girtina 4 polîsan serî li dozgerîyê dan.
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de parêzerên Baroyê ji dozgeriyê daxwaz kirin ku 4 polîsên li cihê bûyerê bûne bên girtin.
Baroya Diyarbekirê xwest lêpirsîn ji destê Gerînendetiya Ewlekariyê bê dêrxistin û ji aliyê cendermeyan ve were birêvebirin.
Herwiha Şanda Dozgeriya Diyarbekirê duh piştî nîvro ji bo lêkolîna kuştina Tahîr Elçî çû cihê bûyerê lê ji ber şer û pevçûnan nekarîn lêkolînê bike. Dozgerî dibêje ew ji bo lêkolînê sêyemîn car e diçin cihê bûyerê lê dikevin ber êrîşan.