Li Bakurê Kurdistanê berfê jiyan rawestand

Rêwî û otomobîl li rêyan, kerî û şivan jî li çiyan asê man. Berf ne tenê li gund û çiyan li nav bajêr jî bû sedema girtina rê û şosteyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê rêya bi hezaran gund ji ber berfê hat girtin. Di navbera rêya bajarê Wane û Colemêrgê de ji ber ku cemed çêbû fîrmayên otobusan û rêwî asê man û daxwaza alikariyê kirin.

Şofêrek otobusê ku di rê de maye asê got: "Ji ber berfê em nikarin pêşiya xwe bibînin. Rê jî cemed girtiye. Ji ber vê yekê otomobîla me şemitî. Em li vir di gel 15 rêwiyan asê man. Min telefona fîrmayê kir ew dê werin bi hawara me ve."

Rêwî û wesaît li rêyan, kerî û şivan jî li çiyan asê man. Hat ragehandin ku dema ajeldaran çawa bihîst in berfeke zêde bariya ye çûne bi hawara şivanan ve lê ew jî li çiyê bi saetan asê mane û banga alikariyê kirine.

Berf ne tenê li gund û çiyan li nav bajêr jî bû sedema girtina rê û şosteyan.  Li bajarê Qers û Agiriyê welatî bi birekan hewl dan ku şosteyan ji berfê paqij bikin. 

Berf ji hemî bajarên Bakurê Kurdistanê zêdetir li Botanê bariya. Gelek otomobîl di nav bajêr de asê man û bûn sedema bûyerên trafîkê. 

Pispor hişyariyê didin ku rewşa hewayê ya xirab dê çend rojên din jî berdewam bike û divê welatî amadekariyên xwe bikin.