Daxwaza zelalkirina bûyera kuştina Elçî tê kirin

Niqaşên derbarê kuştina Tahîr Elçî de berdewam in. Hevserokê HDPê demek berê gotibû ku guleyên bûne sedema kuştina Tahîr Elçî yên polîsan bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dibêje berpirsê kuştina Tahîr Elçî PKK ye û êrîşên çekdarên PKKê û kolandina xendeqan bûye sedem ku Tahîr Elçî canê xwe ji dest bide. Baroya Diyarbekirê jî dibêje naveroka lêpirsînê ji wan tê veşartin û ew nikarin doze bişopînin.

Niqaşên derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de berdewam in. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş demek berê diyar kiribû ku guleyên bûne sedema kuştina Tahîr Elçî yên polîsan bûn û gotibû:" Ji ber li wê kolanê ji xeynî polîsan ti kes guleyan nareşîne. Lewma tekez polîsan Tahîr Elçî kuşt. Lê em nizanin kîjan polîs bi kîjan armancê xwestiye Tahîr Elçî bikuje."

Ev daxuyaniyên Demîrtaş bûn sedema nerazîbûna Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu. Davutoglu dema ji Azerbaycanê vegeriya di balefire de bersiva pirsên rojnamevanan da û îdîa kir k berpirsê kuştina Tahîr Elçî PKK ye.

Davutoglu got ku roja Tahîr Elçî hate kuştin 2 polîsên wan jî di destpêka bûyerê de hatine kuştin û wiha axifî: "Elçî jî di heman demê de li cihê bûyerê ye û dimîne nav pevçûnan de. Ji ber vê yekê di serî de berpirsê kuştina Elçî PKK ye. Ger li wê derê xendek nehatibana kolandin û li dijî polîsan êrîş nekirbûyana bûyerên wiha çênedibûn. Herwiha em dê ji bo ronîkirina bûyerê her tiştî bikin."

Lê duh Baroya Diyarbekirê ragihandibû ku ew nikarin dosyaya Tahîr Elçî bişopînin û nerazîbûna xwe ya derbarê lêpirsînê de anîbûn zimên. Cigîrê Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen digel 400 parêzeran duh li ber Dageha Diyarbekirê daxuyaniyek da çapemeniyê û got: "Derbarê lêpirsîna dozê de ti agahiyan nadin wan. Lêpirsîn ji me tê veşartin.  Ji bo lêpirsîn bigihe armanca xwe em dixwazin hemû polîsên ku li cihê bûyerê bûn bên girtin."

Tahîr Elçî hefteya borî li bajarê Diyarbekirê navçeya Surê dema ku daxuyaniyek dida çapemeniyê hatibû kuştin. Lê heta niha derbarê zelalkirina bûyerê de encameka berbiçav nehatiye wergirtin.