Di Kongreya Avûhewayê de 195 welat gehiştin rêkeftinê
195 dewletên beşdarê Kongreya Avûhewayê ya Parîsê, li ser reşnivîsekê lihev kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
195 dewletên beşdarê Kongreya Avûhewayê ya Parîsê, li ser reşnivîsekê lihev kirin.
Reşnivîsa han iro (06.12.2015) li ser asta wezîran dê were gotûbêj kirin daku derbarê derhavêjên karbonê bigihin têgehiştineke hevbeş.
Gelek ji şandên beşdar kêfxweşiya xwe derheqa vê lihevhatina de anîn ziman ku piştî çendîn sal gotûbêj hat kirin.
Ji wan xalên ku hê jî lihevhatin li ser nehatiye kirin, ew cudahiya ku di navbera dewletan de berî niha çêbûye, careke din serî hilda.
Li gorî bendeke sala 1992an ya Neteweyên Yekbûyî, dewletên cîhanê li ser du coran tên dabeşkirin, dewletên ku ber bi pêşketinê diçin û yên pêşketî.