Li Nisêbînê derketina derve dîsan hat qedexekirin

Qeymeqamtiya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ragihand ku îro ji saet 07.00ê û pê de qedexeya derketina kolanan li 4 taxên Niseybînê çaremin car hatiye îlan kirin.

K24 – Mêrdîn

Qeymeqamtiya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ragihand ku îro ji saet 07.00ê û pê de qedexeya derketina kolanan li 4 taxên  Niseybînê çaremin car hatiye îlan kirin.

Qeymaqamiya Nisêybînê ragihand ku ji bo ewlehiya can û malê gel û ji bo xendek û astengên di nava kolanan de bên rakirin li taxa Abdulkadirpaşa, Fırat, Dicle û Yenişehîrê, 06.12.2015, ji demjimêr 07.00an û pê de derketina derve hatiye qedexe kirin.

Li sê navçeyên Diyarbekirê ,Sur,Hazro û Licê qedexe berdewam e. Gel îro ji bo qedexeyên li ser kolanan bên rakirin li Meydana Îstasyona Diyarbekirê wê çalakiyan bikin.