Aldar Xelîl: Federalîzm mafê pêkhateyên Sûriyê garantî dike
Kongreya Dêrikê ya “opozîsyona hundir” îro dest bi karê xwe kir
K24- Dêrik
Serkirdeyekî TEV-DEMê dibêje ku sîstema federalî li Sûriyê mafê hemû pêkhateyan garantî dike.
Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Aldar Xelîl di çarçoveya kongreyê Dêrikê de daxuyaniyek taybet derbarê paşeroja Sûriyê de da peyamnêrê K24.
Kongreyê Dêrikê di bin navê (Kongreyê Sûriyeye Demokratîk bo Hêzên Opozîsyonê) de îro, 8ê Kanûnê, bi beşdariya çend aliyên siyasî yên Kurd, Ereb û Xirîsatiyan tê lidar xistin.
Aldar Xelîl ku yek ji endamên kongreya navborî ye, ji K24 re got ku “Êdî dewleta Sûriyê nema vedrigere wek berê, dê ji nû ve were damezrandin.”
Xelîl derbarê sîstemê hikumraniyê li Sûriyê de diyar kir ku “federalîzm mafê hemû pêkhateyan garantî dike.”
Ev yekemîn car e ku serkirdeyekî TEV-DEMê behsa sîstema federalî bo Sûriyê dike, ji ber ku ew berdewam behsa rêveberiya xweser dikin.