Ferhad Etrûşî: Amerîkayê dawî derfet bo bêçekkirina komên çekdar da Zeydî

Ferhad Etrûşî
Ferhad Etrûşî

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî ragihand ku Amerîkayê heta 30ê Hezîrana sala bê derfet daye Hikûmeta Îraqê, bo çareserkirina doza komên çekdar û bêçekkirina wan, berevajî vê yekê jî dê rûbirûyî cezayan bibe.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî di hevdîtinekê de amaje bi wê yekê kir ku Rêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê jê re gotiye ku wan ji bo guhertina dema danîna çekên koman ji 30ê Îlonê bo 30ê Hezîrana sala bê nermî nîşan daye. 

Ferhad Etrûşî eşkere jî kir ku ew li wê bawer bûn ku derfetekê didin Serokwezîrê Îraqê, lê ger Îraq wekî dewlet û wekî kom pabendî vê demê nebe, îhtîmaleka mezin heye ku ceza li ser wê bên bisepînin.

Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku tevî ku ev zanyar ne ji bo wê ne ku ji medyayan re bên behskirin, lê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got: "Îraqê dê çarenivîsa welatên Balkanê hebe, eger milîsên çekdar çekên xwe danenin û çek di destê dewletê de neyên komkirin."

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê herwesa got: “Ligel sepandina cezayan, Îraq dê wekî welatekî piştgirê terorê jî bê vavartin. Ger em peywendiyeke xurt bi Amerîkayê re bixwazin, wan jî merc hene. Wê demê ew dê ji me re dibêjin eger hûn şertên me qebûl nekin, em jî şertên we qebûl nakin.”