Li Bakurê Kurdistanê rewş dijwartir dibe
Di van du rojên dawî de li 3 navçeyên Sûra Diyarbekirê 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dan û 6 polîs jî birîndar bûn.

K24- Diyarbekir
Aloziyên li Bakurê Kurdistanê didomin. Di van du rojên dawî de li 3 navçeyan 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dan û 6 polîs jî birîndar bûn.
Qedexeya derketina derve li navçeya Sûra Diyarbekirê di roja 7’emîn de didome. Parêzgeriyê ragihand ku 7 endamên rêxistina çekdarî hatine kuştin. Lê çavkaniyên rêxistinê ev yek piştrast nekir.
Xwepêşanderan duh bi roketê êrişî tirimbêla zirxkirî ya polîsan kir, 4 polîs birîndar bûn. Herwiha di pevçûnên da Mizgefta ku 500 sal dîroka wê heye ya bi navê Kurşunlu jî hate şewitandin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî qedexe di roja 4’emîn de li 4 taxan didome. Parêzgeriya Mêrdînê ragihand ku di pevçûnan de 4 kes hatine kuştin.
Ji hêla din ve parêzgeriya Colemêrgê şevê din li demijmêr 23.00ê heta îro demijêr 05.30ê îo li navçeya Geverê qedexe ragihandibû.
Di pevçûnên li Geverê de jî xwenîşanderekî canê xwe ji dest da û polîsek jî birîndar bû. Li Diyarbekir, Mêrdîn û Êlihê xelk bi meşan qedexe û pevçûnan protesto dikin.