Demîrtaş: Derbarê mafên Kurdan de ti proje li holê nîn e
Hevserokê HDPê dibêje ku ew ji şer û aştiyê re amade ne.
K24 – Enqere
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahadîn Demîrtaş diyar kir ku, Serokkomarê Tirkiyê prosesê wekî çekberdana PKK’ê dibîne û di prosesa derbasbûyî de, derbarê mafên Kurdan de tu proje nehatiye çêkirin.
Selahadîn Demîrtaş di daxuyaniyeke xwe ya li Amerîkayê de gotibû Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan derbarê hevdîtînên bi Îmrali re baş nehatiye agahdar kirin.
Li ser pirsên rojnamevanan ên derbarê mijarê de, Demîrtaş wiha got: “Ez bawerin şandeya wî (Erdogan) derbarê hevdîtinên li Îmrali û Enqerê de agahî bi awayekî rast ji wî re ranegihandiye ku ew dibêje “gotûbêjkirinên çi? “. Derbarê 10 xalên bingehîn ên “Peymana Dolmabahçeyê” de dibêje evan ji ku derketin. Lê belê hemû proses bi tevkarî û haydariya me hatibû meşandin.”
Derbarê cudahiya nêrînê Ocalan û HDP de li ser pergala serokatiyê de Demîrtaş wiha bersiva vê yekê da; “Ev çend mehin Ocalan tê tecrîtkirin. Derfet nîne ku em li fikrên wî têbigehin. Lê belê derbarê niqaşên di wê demê de em cuda nafikirin.”
Hevserokê HDP’ê li ser rewşa dawî ya şer û pevçûnên li herêmê jî axivî û AKP bi rêvebirina polîtîkayên şer sûcdar kir û got: “Heger hikûmet guvaşa xwe zêde bike emê jî têkoşîna xwe xurt bikin. Heger hikûmet dest bi rêyên gotûbêjkirinê bike em ê piştgiriya wê bikin. Em bo her du rêyan jî amade ne.”