Hevseroka HDP: Gelo çi cudahiya Tirkiyê ji DAIŞê heye?

Hevserok HDP Figen Yûksekdag derbarê şewitandina Mizgefta Kurşunliyê a li Diyarbekirê sosret axifî.

K24 – Enqere

Hevseroka HDP’ê Figen Yûksekdag derbarê şewitandina Mizgefta Kurşunliyê a li Diyarbekirê îdiayeke girîng kir. Li gorî vê îdiaya Yûksekdag dewletê mizgeft şewitandiye.

Hevseroka HDP’ê Figen Yûksekdag di komcivîna partiya xwe ya li parlamentoyê de wêneyên Mizgefta Patih Paşe(Kurşunlu) û wêneyên Bajarê Palmîre yê ku ji aliyê rêxistina DAIŞ’ê hatiye wêrankirin nîşan dan û daxuyaniyeke balkêş da.

Yûksekdag di daxuyaniyê de nerazîbûna xwe li dijî operasyonên dewletê ên li Bakurê Kurdistanê nîşan da û wiha: “Gelo çi cûdahî di navbera wan de heye ? DAIŞ, bombebarandina bajarê Palmîra li xwe digire. Gelo lê Mizgefta Kurşunluyê şewitand ? Kiryar nîn e. Endamên çapemeniyê jî dinav de, hemû şahidên bûyerê, ên li taxê, bi tenê tiştekî dibêjin: Mizgefta Kurşunluyê ji asîman hatiye bombebarankirin. helîkopter di destê ciwanên li taxa Sûrê nîn e. Helîkopter di destê kê de heye ? Di destê dewletê de…”