Li Bazîdê birîna elektrîkê rewşa welatiyan aloz dike

Şîrketa Aras ya Belavkirina Elektrîkê da xuyakirin, ji ber guhertina trafoyê, elektrîka bajêr hatiye birîn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bazîdê ji ber birîna elektrîkê dikandaran derebeyên xwe venekirin

Li bakurê Kurdistanê, Bazîda Agirî ji ber xerabûna trafoyan, elektrîka bajêr hate birîn. Dikandaran ji ber nekarîn sobeyên elektrîkî û amûrên elektrîkê bikarbînin dikanên xwe girtin û nerazîbûn nîşan dan.

Şîrketa Aras ya Belavkirina Elektrîkê da xuyakirin, ji ber guhertina trafoyê, elektrîka bajêr hatiye birîn.

Welatiyan da xuyakirin ji ber nebûna elektrîkê hin kes nekarîne derebeyên xwe vekin û hin kes jî nekarîne xizmetguzariyê bikin û ji ber vê dikanên ku hatine vekirin jî derebeyên xwe daxistine.