Ji firotina nanê tendûrê pere qezenc kirin

Li Bedlîsê dê û qîz nanê tendûrê lêdixin û derdixin piyaseyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Nanê tendûrê yê ku li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di tendûrê de tê lêxistin û zû kartû nabe, ji bo jinên ji Bedlîsê bû kar.   

Li Bedlîsê dê û qîz nanê tendûrê lêdixin û derdixin piyaseyê.

Elfesya Toktaş û qîza wê Sîbel Toktaş di dikana ku vekirine da nanê tendûrê difiroşin û welatî jî eleqeyeke mezin nîşan didin.

Sîbel Toktaşê daxuyanî wiha axifî û got: "Dêya min nanê tendûrê lêdixe. Me jî xwest ji vê pere qezenc bikin."

Toktaşê destnîşan kir ku ji arê genim nan lêdixin û wiha xeberda: "Dêya min di vî warî da jêhatî ye. Piştî ku ez bi dêya xwe şêwirîm, me biryareke wiha hilda. Dêya min nanê tendûrê lêdixe û ez jî difiroşim. Em nanê tendûrê li markêtan belav dikin. Bi taybetî kesên ku ji derva tên eleqeyeke mezin nîşan didin. Rojane 800 nan tê firotin."

Toktaşê diyar kir ku genim distînin û li aş dihêrin û wiha axivî: "Em qalikê genim jê nagirin û tiştekî jî tev nakin. Nanê ku xwê tê da kêm e li gor yên din baştir e."

Elfesya Toktaşê jî diyar kir ku tevî keça xwe dikan vekiriye û got ku em gelek kêfxweş in ku vî karî dikin û debara xwe dikin.