Rêveberiya xweser encûmeneke nû dadimezrîne
Di van du rojên borî de li bajarê Dêrikê bi beşdarbûna çend aliyên siyasî yên Kurd, Ereb û Xirîstiyan kongreyek bi navê (Kongreya Sûriyeya Demokratîk bo Hêzên Opozîsyonê) bi rêve çû.
K24 - Dêrik
Sekreterê Partiya Elwifaq a Demokrat li Sûriyê Fewzî Şingalî ragihand ku Rêveberiya Xweser di kongreya Dêrikê de pêkanîna encûmeneke hevbeş ji hemû pêkhateyên Sûriyê gotûbêj kiriye, loma kongre dirêj bûye.
Derbarê dirêjkirina Kongreya Sûriyeya Demokratîk de bo hêzên opozîsyonê ku li bajarê Dêrikê bi rêve çû, Sekreterê Partiya Elwifaq a Demokrat li Sûriyê Fewzî Şingalî ji K24ê re got ku Rêveberiya Xweser mjirara pêkanîna encûmeneke hevbeş ji hemû pêkhateyên Sûriyê di kongreyê de gotûbêj kiriye û ji ber vê yekê dereng bi dawî hat.
Di van du rojên borî de li bajarê Dêrikê bi beşdarbûna çend aliyên siyasî yên Kurd, Ereb û Xirîstiyan kongreyek bi navê (Kongreya Sûriyeya Demokratîk bo Hêzên Opozîsyonê) bi rêve çû.