Til Temir: 3 teqînan navçe hejandin

Bi dehan welatî birîndar bûne û gelek ziyanên madî û mirovî ketine

K24- Til Temir

Li bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê 3 teqîn pêk hatin û bi dehan welatî birîndar bûne.

Peyamnêrê K24, Ridwan Bêzar diyar kir ku, teqîn bi rêya 3 otomobîlên bombekirî bû û “bazar, cadeya Filestîn û nexweşxaneyê” armanc kirin e.

Li gro agahiyan, bi dehan welatî ji encama her 3 teqînan birîndar bûne. Birîndar jî bo nexweşxaneya Serê Kaniyê tên veguhestin.

Peyamnêrê me got jî ku, heta niha ti amareke fermî ya birîndaran nehatiye ragehandin, lê diyar kir ku teqînan ziyanên madî û mirovî yên mezin li pey xwe hiştine.