Li Cizîrê polîsek hat revandin

Hat ragehandin ku li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê polîsek hatiye revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragehandin ku li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê polîsek hatiye revandin.

Li bajarê Şirnexê doh danê êvarê polîsek bi navê Ayhan Kaya ku di heman demê de parêzvanê qeymekaqamê Cizîrê ye piştî ji nexweşxaneyê derdikeve ji aliyê komek çekdar ve hat revandin.

Hat zanîn ku piştî revandina wî polîsî hêzên ewlekariyê li navçeyê dest bi operasyonên berfireh kirin. Herwiha li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê qedexeya derketina derva ya 9 rojan duh derengê şevê seet 23:00an hate rakirin.