Rewşa Til Temirê piştî 3 teqînan

Li gor hejmarên destpêkê bi sedema 3ê teqînên xwekujî li bajarê tel temrê Nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.

K24 – Til Temir
Li gor hejmarên destpêkê bi sedema 3ê teqînên xwekujî li bajarê tel temrê Nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Til Temirê da zanîn ku 30 mal û nêzî 60 firoşgeh bi temamî wêranbûn.
peyamêrê me gotiye ku, welatiyên deverê hewla rizgarkirina kesên ku di bin xaniyên helweşandî de asê mane dikin.

Hat ragehandin jî ku, beşek ji birîndaran li ser rê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve teqe li wan hate kirin dema ku bo nexweşxaneyên qamişlo dihatin veguhistin.