Serokatiya Kurdistanê teqînên Til Temirê “tawanekî ne mirovane” ye

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê sê teqînên ku li Til Temirê bûne daxuyaniyek belav kir û bi “tawanekî ne mirovane” binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê sê teqînên ku li Til Temirê bûne daxuyaniyek belav kir û bi “tawanekî ne mirovane” binav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 11 Kanûnê derbarê sê teqînên li bajarokê Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û got “Tawanekî ne mirovane li xûşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê encam da.” ew êrîşa ne mirovane şermezar kir.

Çekdarên DAIŞê duh êvarê saet 17:20an êrîş birin ser bajarokê Til Temirê û di encama van her sê êrîşên bi tankerên bombebarkirî de, 38 kes şehîd bûn û 69 kesên din jî birîndar bûn û gelek mal û kargehên li derdorê hilweşiyan.

Di daxuyaniyê de hat ku, “Bi tundî wê kiryara terorîstî şermezar dikin ku balkişandinek e ron e jib o dirindî û tirsonakiya teroristên negirêdayî ti bihaneyeke mirovî û esmanî ne.”

Herwiha daxuyaniyê dupat kir ku, “kiryarên bi vî awayî îrade û vîna me tênaşikîne û ji bo jinavbirina terorîstan û dijminên mirovatiyê me bihêztir dike.

Di dawiya daxuyanî de hat ku, serkeftin û serbilindî ya gelê me ye û şikestin jî ya teroristan dimîne.