Bi cilên Kurdî beşdarî merasîma belavkirina xelata Nobilê dibe

Balyozê Iraqê li welatê Swêdê bi cilên Kurdî beşdarî li merasîma dabeşkirina xelata Nobilê bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Iraqê li welatê Swêdê bi cilên Kurdî beşdarî li merasîma dabeşkirina xelata Nobilê bû.

Balyozê Iraqê li welatê Swêdê Bekir Fetah ku Kurd e, bi cilê Kurdî beşdarî merasîma dabeşkirina xelata Nobilê bû û bala hemû beşdarên merasîmê kişand.

Merasîma dabeşkirina xelata Nobilê ku ji Îlona borî ve hatibû diyarkirin, îro 11 Kanûnê ji aliyê Şazdemîn Şahê Swêdê Kark Gostav ve hate belavkirin.

Di wê merasîmê de zêdetirî hezar û 600 kes beşdar bûbûn, herwiha 10 kes hatin xelatkirin. Endamên Akadimiya Şah bo Zanist, Komeleya Giştî ya xelata Nobil, xelatbûyên salên borî, endamên parlemento û balyoz û hunermed beşdarî wê merasîmê bûbûn.