Gora Sultan Silêmanê Qanûnî li Hingaryayê tê dîtin

Gora Sulatn Silêmanê Qanûnî li Hengariya hat dîtin Tîmeke şûnwarnasan jî piştrast dike ku gora Sulatn Silêmanê Qanûnî ye

K24 – Navenda Nûçeyan  

Gora Sulatn Silêmanê Qanûnî li Hengariya hat dîtin Tîmeke şûnwarnasan jî piştrast dike ku gora Sulatn Silêmanê Qanûnî ye

 

Tîmeke şûnwarnasan (arkulocistan) ku ji Hengarî û Tirkan ve pêk hatibû, gora Sultanê Osmanî Suleymanê Qanûnî li Welatê Hengariya dît. Li bakurê Budapêst a paytexta Hengariyayê. Şûnwarnasan şeş cihên dîrokî dîtin ku li rûyê hunera binasaziyê bo serdema desthilata Sultan Suleyman Qanûnî vedigerin.

Wê tîmê, gorek dît û piştrast dikin ku ew gora Suleyman Qanûnî ye. Tîm dibêje ku ew piştrast in ku mizgeftek jî li navçeyê heye, lê ta niha paşmayên wê nehatine dîtin.

Sulatan Suleyman Qanûnî, 10mîn Sultanê Osmaniyan bû, û bêhtir ji her Sultanekî din di desthilatê de maye û li serdema wî de bihêztirîn û berfirehtrîn desthilat hebûye.

 

Fly Erbil Advertisment