Serokê Parlamentoya Îraqê pêşwaziya şanda PDKê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Îraqê pêşwaziya şandeka PDKê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî kir û tê de, girîngiya yekalîkirina dosyayên hilawîstî yên di navbera hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê de li ser bingeha destûrê piştrast kir.
Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî îro Sêşemê 24ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Hoşyar Zêbarî kir.
Li gorî daxuyaniyeke Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Parlamentoya Îraqê, di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê, pêşhatên herêmî û navneteweyî û bandorên wan li ser Îraq û deverê hatin nîqaşkirin.
Serokê Parlamentoya Îraqê di dema wê hevdîtinê de tekez li ser girîngiya yekalîkirina dosyayên hilawîstî yên di navbera hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê de kir, li ser bingeha piştrastkirina bi bendên destûrê û qanûnê û pabendbûna hemî aliyan bi hikmên wan bêyî cudahî.