Nêçîrvan Barzanî: Hêz û tenahiya Herêma Kurdistanê hêz û tenahiya Îraqê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê bi matmayîn û nîgeranî ve bersiva daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê dide û radigehîne ku ew axaftina ligel Herêma Kurdistanê bi zimanekî leşkerî red dikin û divê pirsgirêk li ser bingeha destûrê û hevfêmkirinê bên çareserkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, ragihand: "Bi matmayîn û nîgeraniyeka zêde ve me daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê bihîst, bi taybetî di demekê de ku danûstandin di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî berdewam in."
Nêçîrvan Barzanî herwisa ragihandiye: "Em bi hemî awayan axaftina ligel Herêma Kurdistanê bi zimanekî leşkerî red dikin. Ezmûnê selimandiye ku ev awa ti pirsgirêkekê çareser nake û ne di berjewendiya Îraqê û ti aliyekî de ye."
Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kiriye: "Herêma Kurdistanê wekî hevpareka serekî di avakirina Îraqa nû û danan destûra wê de, tevî piştgiriya ji bo parastina çavkaniyên niştimanî û bicihanîna qanûnê, piştrast dike ku peywendiya Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan divê li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li qewareya destûrî û mafên Herêma Kurdistanê û pabendbûna bi bingehên hevparî û hevfêmkirinê be."
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya tebayî û yekrêziya Kurdistanê jî dike û daxwaz ji hemî hêz û aliyên siyasî yên Îraqê dike ku bi zanayî û berpirsiyariya niştimanî serederiyê bikin. Herwisa ragihandiye: "Hêz û tenahiya Herêma Kurdistanê hêz û tenahiya Îraqê ye û rêzgirtina li destûr û federalîzmê gerentiya paşeroja me ya hevpar e."