HPG: Di çalakiya Colemêrgê de leşkerek hate kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG nasnameya şehîdekî aşkere kir.
K24- Navenda Nûçeyan
HPG diyar dike ku, di êrîşeke wan ya li Colemêrgê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin, nasnameya şehîdekî xwe jî aşkere dike.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG di daxuyaniya xwe de diyar dike ku gerîlayên wan “12’ê Kanûnê saet 15.00-15.30’an li hember leşkerên ku li nav girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Rahîme yên li xeta sînorê qada Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê, çalakiyek li dar xistin.”
Di daxuyaniyê de hatiye ku, ji encama wê êrîşê leşkerekî Tirk hatiye kuştin.
Li gor ANF jî, HPG navê şehîdekî xwe akşere kir, ku di şerê roja 9ê Kanûnê li Nisêbînê de şehîd bûye.
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina HPG, navê gerîlayê ku şehîd bûye (Firat Nisêbîn) e û ev jî nasnameya wî ye:
Nasnav: Firat(Kûrtay) Nisêbîn
Nav-Paşnav: Mûstafa Ozmen
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik- Bav: Şaha - Ûbeydûllah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Kanûnê 2015 / Mêrdîn
