Tevgera Goran: Nabe hêza çekdarî ya ti partiyekê hebe
Serkirdeyekî Goranê belavkiribû ku, ew hewla avakirina hêzeke leşkerî dide.
K24- Hewlêr
Tevgera Goranê di daxuyaniyekê de tekez li ser karê siyasî yê aştiyane dike û radighîne ku, ew hewla avakirina hêzeke çekdarî nade.
Piştî ku serkideyekî Tevgera Goranê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku, ew dê hêzeke çekdarî li Çemçemal pêk bînin, tevgera navborî di daxuyaniyekê de ew yek red kir.
Di daxuyaniyê de hatiye ku “em wek Tevgera Goranê tekez li ser wê rastiyê dikin ku, nabe hêza çekdarî ya ti partiyê hebe, herwiha nabe hêzên çekdarî di milemilaneyên siyasî de werin bikaranîn.”
Herwiha Tevgera Goranê tekez kiriye ku, divê xebata sivîl û serweriya yasa û radestkirina desthilatê bibe ferhenga karê siyasî li Herêma Kurdistanê.
Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê, Ebdulla Kwêxe Mubarek li Çemçemalê, pêşniyara pêkanîna hêzeke leşkerî ya taybet bi wê tevgerê di bin navê “yekîneya 90” de kiribû.
Navborî li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê belav kiriye jî ku, niha wan dest bi nivîsandina navê xwe bexşan kiriye.
Di vê derbarê de Serokerkanê Wezareta Pêşmerge, general Ceman Mihemed hişyarî da Tevgera Goranê û tekez kir ku “li gorî yasayê, kes nikare hêzekê li derveyî Wezareta Pêşmerg pêk bîne.”
Cemal Mihemed ji K24ê re diyar kir ku, ew bi ti awayekî rê nadin ku hêzek li derveyî desthilata wan were avakirin.