HPGê nasnameya şehîdekî xwe aşkere kir
Firat Nisêbîn roja 9ê Kanûnê di şerê li Nisêbînê de şehîd bibû
K24- Navenda Nûçeyan
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya şehîdekî xwe yê şerê li Nisêbînê ragehand.
HPG di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, di şerê ligel artêşa Tirkiyê de, roja 9ê Kanûnê li Nisêbînê, 3 gerîla şehîd bibûn.
Herwiha daxuyaniyê nasnameya yek ji her sê şehîdan aşkere kir, ku ew jî (Firat Nisêbîn) e.
Firat(Kûrtay) Nisêbîn ji dayikbûyê Mêrdînê ye, navê wî yê rastî Mustefa Ubeydullah Ozmen de, dayika wî bi navê Şaha ye.
Şehîd Firat Nisêbîn dibe xwarziyê hevkarê me û sernivîserê beşa Kurmancî ya malpera kurdistan24.net, Firat Kelehkî.
Bi vê boneya xemgîn jî, em sersaxiyê li hevkarê xwe Firat û malbata wî dikin.