Mamostayên Şirnexê dibistanên xwe bicî hêştin
Serokê Şaxa Egîtimsen a Şirnexê Serhat Ugur got, "Birêveberên Perwerde yên Cizîr û Silopîyê wekê ku ji mamosteyan xwestiye gavek zûtir bajêr valakin
K24- Şirnex
Mamosteyên navçeyên Cizîr û Silopî yên Şirnexê li ser wergirtina peyameke SMS'ê ji navçeyan bi lez û bez derketin. Ev yek di nava gel de bû sedemê fikaran û wek amadekiriyeke operasyonê hate nirxandin.
Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê duh peyameke SMS'ê bo mamosteyên dibîstanên Cizîr û Silopîyê şandin û hat destnîşankirin ku "Hemû mamostê bo perwerdeya nava xizmetê hatine vexwestin û dikarin vê yekê li bajarên xwe bibînin û dibîstan jî 3 roj hatine tatîlkirin."
Ser vê peyamê mamosteyên li Silopî û Cizîrê bi çenteyên xwe heta ser Rêya Hevrişîmê meşiyan ku ji navendê 5 kîlometre dûr e û li wê derê kîjan erebe dîtin siwar bûn û ber bi bajarê xwe bi rê ketin. Ji Cizîrê 1298 mamoste û li Silopiyê jî 1700 mamosteyan bajêr terk kirin.
Çûyîna mamosteyan di nava gel de bû sedemê fikarê û niştecihên navçeya Cizîrê vê yekê wek amadekariya ragehandina qedexeya derketina kolanê dinirxînin û bo vê li pêş market û firinan rêzên dirêj çêkirin.
Serokê Şaxa Egîtimsen a Şirnexê Serhat Ugur got, "Birêveberên Perwerde yên Cizîr û Silopîyê wekê ku ji mamosteyan xwestiye gavek zûtir bajêr valakin û peyamek qaşo di bin nave perwerdeyê de şandiye.
Di nîva perwerdeyê de gavek wiha derveyî hiqûqê ye û sûc e. Gelo Wezareta Perwerde jî li herêmê bûye bingehê hikûmeta şer. Em vê yekê şermezar dikin."