Rewşa aloz li Diyarbekirê berdewame

beriya çalakiya HDPê bi sedan xwepêşander derketin kolanan û bi kevir û bombeyên dengvedayî êrişî polîsan kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Cade û kolanên Diyarberkiê îro tevlihev bûn. Di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûnên dijwar derketin. Rewşa aloz li bajêr berdewam e.

Îro dikanên Diyarbekirê girtibûn û biryar bû ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP li ber Qelha Diayarbekirê civînekê lidarbixe û ber bi navçeya Sûrê ya ko bi rojan e qedexe û pevçûn lê ne ve bimeşin. Lê beriya çalakiya HDPê bi sedan xwepêşander derketin kolanan û bi kevir û bombeyên dengvedayî êrişî polîsan kirin.

Polîsan jî bi ava şîd, bombeyên  rondikrêj û bombeyên gaza bîberê mûdaxaleyî wan kir.  Xwenîşanderan kevir, dar, lewhe, bîdon  û konteynerên çopê avêtin ser rêyên bajêr. Polîs ji tirimbêlên zirxpoş guleyan ber hevayê ve berdide da ku xwepêşander belav bibin. Di navbera polîs û xwenîşanderan de pevçûn didomin.

Li gorî zanyariyan hin xwepêşander birîndar bûne û hin kes jî hatine girtin. Ji hêla din ve hejmarek xelk jî derketiye kolanan û qedexe û pevçûnan protesto dikin. Rewşa aloz li bajêr didome.

Fly Erbil Advertisment