Di pevçûnên li Diyarbekirê de 2 kesan canê xwe ji dest da
Pevçûnên li Diyarbekirê belavî tamamê bajêr bûne û ranawestin.
K24- Diyarbekir
Di pevçûnên li Diyarbekirê de 2 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan û herî kêm 4 kes jî birîndar in.
Di bûyerên şermezarkirina qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê de di navbera polîs û xwenîşanderan de pevçûnên dijwar diqewimin.
Îro li saet derdora 3’yê Diyarbekirê li Taxa Ofîsî li nêzîkî Parka Koşuyulu’yê du xwepêşanderên ku bi navên Şerdil Cengiz û Şiyar Salman di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin. Heta niha jî nediayar e ku ew kes ji aliyê kê ve hatine kuştin.
Hejmarek birîndar jî li nexweşxaneyên bajêr têne dermankirin. Pevçûnên li Diyarbekirê belavî tamamê bajêr bûne û ranawestin.