Li Dêrsimê û wanê rewş aloz e
Li Dêrsimê operasyoneke Artêşa Tirkiyeyê pêkhat, serbazek birîndar bû. Li Wanê jî hêzên ewlehiyê dest danîn ser 8 bombeyan.
K24-Dêrsim
Li Dêrsimê operasyoneke Artêşa Tirkiyeyê pêkhat, serbazek birîndar bû. Li Wanê jî hêzên ewlehiyê dest danîn ser 8 bombeyan.
Artêşa Tirkiyeyê li Dêrsimê hemberî endamên PKKê ku amadekariya zivistanê dikin operasyon li dar xist.
Hat ragihandin operasyon bi piştevaniya helicopter û firokeyan ji hêla tîmên taybet ve hate meşandin û li Geliyê Aliyê pevçûn derket.
Di encamê de efsereke Artêşa Tirkiyeyê birîndar bû. Hat ragihandin li hin deveran pevçûn berdewam dikin û operasyon jî berdewam e.
Li aliyê dîtir, Hêzên ewlehiyê yên Wanê li navçeya Rêya Hevrişîmê 8 bombeyên mezin ku ji hêla PKK'îyan ve hatibûn hazirkirin, bêbandor kirin. Rayedarên Birêveriya Ewlehiya Wanê dan xuyakirin bandora bombeyan pir bilind e.