Li Enbarê du êrîşên asmanî li dijî çekdarên DAIŞê hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Balafirên F-16 yên Îraqê du êrîşên asmanî li dijî liv û tevgerên paşmayiyên DAIŞê li devera Sihûl Raweyê li bakurê qezaya Raweyê ya parêzgeha Enbarê kirin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê îro Çarşem, 18ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihand: "Li gorî zanyarên hewalgirî ku amaje bi hebûna liv û tevgera paşmayiyên çekdarên DAIŞê li devera Sehûl Raweyê li bakurê qezaya Raweyê ya parêzgeha Enbarê dikir, balafirên F-16 yên Îraqê du êrîşên asmanî yên hûr û bibandor kirin û ew çekdar her di wî cihî de kirin armanc."
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê eşkere jî kir ku êrîşa asmanî ya yekê di seet 18:30 ê êvarê de û di dû wê re jî êrîşa asmanî ya duyê di seet 18:57 ê êvarê de her li ser wî cihî hatine kirin.
Şaneya navbirî tekez jî kiriye ku hêzên wan ên ewlehiyê bi nêrîneka pîşeyî û diyar li ser bicihanîna erkên xwe yên meydanî ji bo şikandina baregehên terorê li her cihê ku lê bin berdewam in.
Devera "Sihûl Rawe"yê devereke biyabanî ya vekirî û asê ye û dikeve bakurê qezaya Raweyê li rojavayê parêzgeha Enbarê, bi taybetî li aliyê bakurê Çemê Firatê û bi dûrahiya nêzîkî 30 kîlometreyan ji navenda qezayê.
Ev dever temamiya biyabana Cezîreyê ye, ku sînorên biyabanî yên her du parêzgehên Enbar û Neynewayê bi hev ve girê dide. Ji ber dûrbûna ji deverên avedan û hebûna dol û girên asê, di demên borî de paşmayiyên rêxistina DAIŞê ew wekî heşartgeh û penageh bi kar aniye; ev yek jî bûye sedem ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hêza asmanî berdewam operasyonên lêgerîn û bombebarankirinê di wî sînorî de bikin.