Mexmûr: 40 welatiyên Ereb xwe radestî Pêşmergeyan kirin
Berî niha jî, her li wê navçeyê , çendîn çekdarên DAIŞê xwe radestî Pêşmerge kirbûn.
.jpg)
K24-navenda Nûçeyan
40 welatiyên Ereb, yên ku di bin destê DAIŞê de bûn, xwe radestî Hêzên Pêşmergeyan kirin, fermandeyekî Pêşmerge jî ragihand ku piştî lêpirsîna ligel wan Ereban het kirin,ew radestî aliyê pêwendîdar kirin.
Welatiyên Ereb behsa çîroka jiyana xwe ya di dibin destê DAIŞê de ji K24 re kirin.
Derbarê vê mijarêjî Fermandeyê Hêzên Pêşmerge Merîwan Kerîm Axa ji K24 re wiha axfî: "Li mihwerê Mexmûr û Giwêr ji ber xirabiya rewşa wan, êşkince û zordariya DAIŞê çil welatiyê Ereb ku aknciyên gundên derdora bajarê Mûsilê bû xwe radestî pêşmerge kirin".
Berî niha jî,her li wê navçeyê , çendîn çekdarên DAIŞê xwe radestî pêşmerge kirbûn.