Rewşa aloz li Bakur berdewam e, 2 kes hatin kuştin

li Diyarbekirê 2 xwepêşanderên 18 û 21 salî canê xwe ji dest dan û herî kêm 4 kes jî birîndar bûn. Li bajêr, 110 kes hatine binçavkirin

K24- Diyarbekir

Aloziyên li Bakurê Kurdistanê berdewamin.  Di pevçûnên duh li Diyarbekirê 2 xwepêşanderên 18 û 21 salî canê xwe ji dest dan û herî kêm 4 kes jî birîndar bûn. Li bajêr, 110 kes hatine binçavkirin. Li Nisêbîna Mêrdîn, Cizîr û Silopiya Şernexê jî pevçûn didomin.

Ji ber ku berbest bêne rakirin, xendek bêne girtin bi mehan e ku hêzên ewlehiya dewletê li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê li dijî xwepêşanderan operasyonan dikin.

Duh, li Diyarbekirê deriyên dikanan girtibûn û îro jî piraniya dikanan girtîne. Ji nîvro heta derengî şevê, di navbera xwpêîşander û polîsan de pevçûnan berdewam kirin. Li gorî daxuyaniyê Komeleya Dadparêzên Mezopotamyayê 110 kes hatine binçavkirin.

Îro Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Diyarbekirê komcivîna partiya xwe ya heftane dike. Li navçeya Sûrê bi piştgiriya tanzerên paletkirî û leşkeran operasyon didome.

Li 4 taxên navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî pevçûn didomin. Di teqîneke trafoyê de elektrîk qut bû.

Ji aliyê din ve şeva borî ji siet 11ê û pê de pevçûnên li navçeyên Cizîr û Silopiyayê jî didomin. Derbarê encama pevçûnan de agahiyên eseh eşkere nebûne lê li Cizîrê ciwanek birîndar bû.