Li Diyarbekirê 3 endamên ewlehiyê hatin kuştin

li Sûra Navçeya Diyarbekirê, li Nisêbîna Mêrdînê û li Cizîr û Silopî ya Navçeyên Şirnexê qedexeya derketina derve û çûyîn hatinê didome

K24- Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji encama teqîna bombeyekê bi zirxpoşekê de, 3 endamên ewlehtiya dewletê hatin kuştin.

Alozî û pevçûn li Bakûrê Kurdistanê didomin. Îro li ser rêya Farqîna Navçeya Diyarbekirê, di dema ku seyareyên zirxpoşî derbas dibûn de, piştî ku bombeyeka  hatiye vedan hat teqandin 3 endamên hêzên ewlehiya dewleta Tirk hatin kuştin 2 ji wan jî birîndar bûne.

Herwiha li Sûra Navçeya Diyarbekirê, li Nisêbîna Mêrdînê û li Cizîr û Silopî ya Navçeyên Şirnexê qedexeya derketina derve û çûyîn hatinê  didome.

Li gelek deverên Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistane jî ji bo nerazîbûnên li dijî wan qedexeyan xwepêşandan ten lidarxistin.

Roja borî jî li Diyarbekirê di wan xwepêşandanan de, 2 ciwanan canê xwe ji dest dabûn û îro jî bi merasîmeke girseyî hatin defin kirin.